Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li seranserê cîhanê di salên dawiyê de pêşketinên ji bo astengkirina mirina zarokan pir kêm bûne.
Hate destnîşankirin ku gelek ji zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, wê bi destwerdanên tenduristiyê yên hêsan û bi kêm aboriyê hatibana rizgarkirin.
Her çendî ku tê gotin, ji sala 2000'î ve mirina zarokan ji nîvî zêdetir kêm bûye, piştî sala 2015'an leza vê kêmbûnê zêdeyî ji sedî 60 hêdî bûye.