Beriya vê bi hefteyekê li Srî Lankayê lehiyekê kambax pêk hat.
Li gorî daxuyaniyên fermî, hejmara qurbaniyan vê karesatê herî dawî gihaşt 600î.
Di 24 saetên borî de li hin deveran barîna baranê ji 150 mîlîmetreyî derbas kir.
Rayedaran hişyarî da, ger baran bi vî awayî berdewam bike, wê ji nû ve lehî rabibe.
Navenda Rêvebiriya Karesatan diyar kir ku , ji ber lehî û hezaza erdê, hejmareke mezin ji qurbaniyan hîn jî di bin axê de.”
Li Srî Lankayê ji ber lehiyê 341 kes hin jî winda ne
Tê ragihandin ku ji ber lehiyê 341 kes winda ne.
Her wiha ji ber lehiyê û hezaza erdê li Srî Lankayê, 2 milyon kes bandor bûn.
Ji niştecihên ku ji malên xwe derketine, hatiye xwestin ku ji ber xetereya hezazê, venegerin malên xwe.
Artêşa Srî Lankayê ragihand ku ji bo rakirina bermahiyên hezazê, bi hezaran leşker li deverên wêranbûyî şev û roj xebatê dikin.
Rêveberiyê welêt dibêje, ji bo ji nû ve avakirina wargehên wêranbûyî di navbera 6 heya 7 milyar dolar pere lazim e.