Wezareta Dadê diyar kir ku daneyên li ser berdana girtiyan ji hêla Saziyên Girtiyên Iraqê ve hatine weşandin.
Di daxuyaniya de, hat eşkerekirin ku ji 761 girtiyan, 438 girtî ber Yasaya Efûya Giştî ketine, her wiha 323 girtî jî ji ber ku cezayê xwe temam kirine hatine berdan.
Wezeratê da xuyakirin ku piştî temamkirina hemû prosedurên zagonî, Daîreya Çaksazîyê ya Iraqê, şopandin û bicîhanîna prosedurên berdanê berdewam dike.
Di Adara borî de, berdevkê wezaretê Ehmed Leybî ragihand ku hejmara girtiyên li zindanên Iraqê 67 hezar e.