Malpera `Alhurra`yê ya amerîkî ji devê berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, agahiyeke leşkerî derbarê cihê baregehên leşkerî yên Îraqê de eşkere kir.
Li gorî malperê, berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihandiye ku wana çend caran ji Bexdayê xwestiye ku cihê baregehên leşkerî û ewlekariyê yên Hikîmeta Îraqê ji bo wan diyar bikin, lê Bexdayê ev daxwaz red kiriye.
Heman çavkaniyê ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê gotegotên ku dibêjin; "Amerîkayê êrîşî hêzên ewlekariyê yên Îraqê dike" red kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku duh li Enbarê di encama êrîşeke hewayî ya Amerîkayê de, 7 leşkerên Îraqê hatin kuştin û 13 jî birîndar bibûn.