Li gundewarê Humsê 6 gorên komî hatin dîtin

Li gundewarê Humsê 6 gorên komî hatin dîtin û li gundewarê Şamê jî şer di navbera hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û şêniyên bajarokê Dêr Miqrinê de derket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gundê Ebû Hekfe yê bakurê rojhilatê bajarê Humsê 6 gorên komî ku 16 term di nav de bûn, hatin dîtin.

Li gor saziyên têkildar, berî helweşîna rêjîma Baas`ê, ev dever di bin kontrola çekdarên Dîfaa Wetenî de bûn û li gor lêkolînên bijîşkî, kuştina van 16 kesan vedigere berî zêdetirî 10 salan.

 

Li gundewarê Şamê şer derket

 

Li gundewarê Şamê jî li bajarokê Dêr Miqrin ê herêma Wadî Bereda, di encama serdegirtina şahiyekê de, 7 kes birîndar bûn.

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo ku kesekî binçav bikin, bi ser şahiyeke dawetê de girt û di encamê de, di navbera wan û şêniyan de, pevçûn derket.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye