li Sûriyê bûyerên kuştin û revandinê zêde dibin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raguihand ku ,li herêma Bab El Cabiye di encama êrîşeke çekdarî li dijî 2 kesan pêk hat. Li bajarê Reqa, Dêrazor û gundewarên wê jî pevçûnên malbatî û eşîrî derketin, hejmarek kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de bûyerên revandin û kuştinê li hemû herêman diqewimin.

Dewlet jî li ser rewşa ewlehiyê ne serwer e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku, li herêma Bab El Cabiye-Zuqaqa Derawîş li nêzî mizgefta Neqişbendî êrîşeke çekdarî li dijî 2 kesan pêk hat.

Di encamê de kesek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû û hat rakirin ji nexweşxaneyê re.

SOHRˊê anî ziman ku hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê amade bûn, lê êrîşkar reviya

 

li Reqa û Dêrezorê şerê eşîran; hejmarek kes birîndar bûn

 

SOHR`ê diyar kir ku ji ber tevliheviya ewlehiyê, li Reqa û Dêrazorê pevçûnên komî û bikaranîna çekan zêde bûne, bi wê re hejmarek kes di van pevçûnan de birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên ji SOHRˊê aşkera kiriye, li Reqayê ji ber pirsgirêkên kevin di nava aliyên herêmî de nakokî derket, bi tundî li hev dan, piştre alavên tûj hatin bikaranîn.

Di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

SOHR`ê daxuyand ku li pêş kampa Eqtan ya li bakurê Reqayê mayînek ji bermahiya şer bi erebeyekê de teqiya,

di encamê de kesek mir.

Her wiha li li herêma Şêxler a girêdayî gundewarê Kobanê yê rojhilatê Helebê welatiyek birîndar bûn.

 

Li Sirînê xortek bi hovîtî hatiye kuştin

 

Wêneyên kuştineke tirsnak ku tê de sivîlek di 18'ê Çileyê de li bajarokê Sirînê li gundewarê Kobanê hat kuştin, belav bûn.

Li gorî agahiyên ku me ji malbata qurbanî wergirtine; Ehmed Mustefa Elî yê 25 salî, bavê du zarokan e û karmendê gumrikê ye, di hundirê bajarokê Sirînê de, di dema êrîşên li ser Kobanê de asê mabû û nikarîbû xwe bigihîne malbata xwe.

Ehmed Elî berî ku ji aliyê çekdarên Eşîran ve were êrîşkirin, li wir bi daran êrîşî wî hatiye kirin, paşê stûyê wî bi kemerekê hatiye girêdan û bi dîmeneke hovane di kolanên bajêr de hatiye kaşkirin.

Xort, ji ber birînên ku lê çêbûne, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHRˊê ji Çileya par heta îro, di encama teqandina bermahiyan de 149 kesan, di nav de 49 zarok û 7 jin, jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî amara SOHRˊê, ji destpêka Sibatê ve 146 sûc pêk hatine, di encamê de 163 kes di nav de 128 mêr, 11 zarok û 23 jin mirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye