Siyseta zextê ya dewleta Îranê, dibe bingeha pevçûnan li welêt.
Parêzvanên Şoreşa Îranê, mirina sê endamên hêzên xwe yên bejayî li Zahedanê ya Belûçistana Îranê, di dema pevçûnekê de bi çekdaran re piştrast kir.
Ofîsa têkiliyên giştî ya Fermandariya Hêza Quds a hêzên bejayî yên Pasdarên Şoreşa Îranê, roja çarşemê, ragihand ku "komên terorîst û opozîsyon" ji êrîşa li ser hêzên wê berpirsiyar in.
Malpera mafên mirovan "Hal-e-Wosh", di heman rojê de, ragihand ku çar wesayîtên aîdî Pasdarên Şoreşa Îranê, li herêma sînor a Lar a Zahedan, ji aliyê çekdaran ve rastî êrîşê, hatine.
'Fermandarê operasyonên Pasdarên Şoreşa Îranê li Larê hatiye kuştin'
Li gorî raporê, fermandarê operasyonên Pasdarên Şoreşa Îranê, li Larê hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku pevçûnên, di navbera hêzên Îranê û çekdaran de, li herêma Belûçistanê, carcaran zindî dibe.
Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Fermandariya Hêza Qudsê ya Hêzên Bejayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, di 1'ê Mijdarê de, kuştina "şervanên Besîc ên herêmî" di êrîşeke çekdarî de li ser rêya Zahedan-Xaşê ragihandibû.
Her wiha Ofîsê, destnîşan kir ku çekdaran di 10'ê Mijdarê de, gule li wesayîta fermandar Mihemed Reza Şahûzehî, reşandine. Lê ew ji hewlidana kuştinê sax filitî bû.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2022'an de, di xwepêşandanên "Jin, Jiyan, Azadî" yên piştî nimêja înê di 30'ê Îlonê de, hêzên ewlehî û leşkerî yên li Zahedanê, rasterast gule li xwepêşanderan reşandinibûn û herî kêm 100 kes kuştibûn.
'Ev bûyer ji hingê ve wekî îniya xwîn tê zanîn'
Di 17'ê Mijdarê de, malbatên kesên ku di "Îniya Xwîn" de hatine kuştin û birîndar bûne ragihandin ku tevî sozên rayedarên dadwerî yên ji bo dayîna tezmînatê û çareserkirina giliyên wan, hîn kesî sozên xwe bi cîh neaniye.
Ev di demekê de tê ku Serokê Dadweriya Belûçistanê Elî Mowahedî Rad, di Çileya 2025'an de ragihand ku kesên ku beşdarî gulebarana welatiyan bûne, ji sûcê kuştina bi zanebûn, hatine beraetkirin û tenê bi 10 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin.