Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, Hesen Mihemed Beşîr "Hac Murteda", Fermandarê Yekîneya Dij-Tankên Hizbullahê, duh di êrîşeke artêşa Îsraîlê de li başûrê Lubnanê hat kuştin.
Êrîş şeva çarşemê, 25ê adara 2026'an pêk hat û artêşê roja pêncşemê 26'ê Adarê bi fermî mirina wî ragihand.
Lê, çavkaniyên fermî yên Hizbullahê jî hîna tu daxuyaniyên fermî nedane.
Artêşa Îsraîlê got ku Beşîr berpirsiyarê kordînasyona bi sedan êrîşên bi mûşekên antî-tank bû ku di du salên dawî de li dijî Îsraîlê hatine kirin.
Îsraîlê ragihandin ku wî di mehên dawî de dest bi perwerdekirina çekdaran û birêvebirina operasyonan li bakurê çemê Lîtanî kiribû.