Îsraîlê li Lubnanê baregehên Hizbullahê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê li herêma Bîqa, li bakurê û rojhilat Lubnanê binesazî û baregehên Hizbullahê bombebaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan bargeheke leşkerî û navendeke çêkirina moşekan ên Hizbullahê bombebaran kirine.

Di daxuyaniya de hate xuyakirin ku baregeha hatiye bombebarankirin ji bo perwedekirina endamên nû yên li dijî artêşa Îsraîlê êrişan pêk bînin, dihate bikaranîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin:

“Noqteya din a hatiye bombebarankirin, li herêma Beqayê ji bo çêkirina moşekan dihat bikaranîn û di heman demê de baregehên din ên Hizbullahê yên li herêmên Geliyê Bekaayê û Şerbîn a li bakurê Lubnanê kampeke leşkerî bi hûrgilî yên Hizbullahê bombebaran kiriye.”

Di heman demê de Îsraîlê ragihand ku bombebaran li dijî navendên sînayî yên hêzên Ridwan pêk hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye