60 aktevîstan ji Nasîm Sîmîarî xwestin greva xwe biqedîne

Ji bo çalakvana civaka sivîl Nasîm Gulamî Sîmîarî nêzî 60 çalakvanên mafên mirovan û girtiyên siyasî yên berê, nameyek nivîsandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têde hat xwestin ku Nasîm Sîmîarî greva xwe ya birçîbûnê bi dawî bike.

Di nav kesên name îmza kirine de de Sayeh Saydal, Sepîdeh Qolyan, Maryam Yahyavî, Hastî Amîrî, Motaharah Gunaeî, Vîda Rabbanî, Nahîd Taghavî, Saeedeh Shafîeî, Nasîm Soltanbegî, Nergîz Muhammadî jî hene.

Di nameyê de, ji Nazîm Sîmîarî tê xwestin ku ji bo ziyan negihêje tenduristiya wê, greva xwe ya birçîbûnê biqedîne.

Nasîm Sîmîarî ji bo parastina mafên Farîba Kamalabadî û pêşîgirtina zexta li dijî wê dest bi çalakiyê kiriye.

Her wiha dan xuyakirin ku pêvajoyek dest pê kiriye û daxwazên wan hemûyan, azadiya Farîba Kamalabadî ye.

Nasîm Sîmîarî di serhildana “Jin Jiyan Azadî” de hatibû girtin û ev 10 roj in li Girtîgeha Evînê di greva birçîbûnê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye