Ayşegul Dogan: Eger komîsyon neçe Îmraliyê dê firsendeke dîrokî wenda bike

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên di rojevê de û li ser xebatên komîsyonê li Navenda Giştî yê Partiya DEM'ê axivî. Dogan dibêje ku heta bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkneyê xebatên komîsyonê pêşve naçin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Berdevka DEM Partîyê Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Dogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi rojan e li benda berdana girtiyên doza kumpasê ya Kobanê ne û wiha got: “Hemû kes meraq dike ku birêz Selahattîn Demîrtaş dê kengî bê berdan. Desthilat hê jî bêhiquqiya 9 salên dawî didomîne. Ew doz dozeke siyasî û tolhildanê ye. Divê desthilat êdî dev ji vê berde. Pevajoya aştiyê bi hestên tolhildanê nabe. Divê demildest biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêkbînin. Ew biryar di serî de Selahattîn Demirtaş û hemû girtiyên doza Kobanê û siyasî eleqedar dike. Desthilat bi israr biryarê pêknayne. Divê demildest biryara berdana Selahattîn Demirtaş pêk were û doza kumpasê ya Kobanê bi dawî bibe.”

Dogan her wiha daxwaz kir ku komisyona meclisê di demek zutir de biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

"Hêvî û bendewariya me ew e ku komîsyon biçe Îmraliyê"

“Hêvî û bendewariya me ew e ku di vê civînê de komîsyon ji bo çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re biryar bide ku pêvajo pêşve biçe. Divê bingeha hiqûq û demokrasiyê pêk were. Ji bo wê jî di serî de divê qanûnên ku pêwistî bi sererastkirinê nakin werin pêkanîn, qanûn ku pêwîstin werin sererastkirin. Lê heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke nikare pêşve biçe. Muxatabê sereke Birêz Abdullah Ocalan e. Em hêvî dikin hemû partiyên siyasî ji bo çareserî, jiyaneke wekhev û demokratik yek helwest nişan bidin. Bendewarî ew e ku komîsyon şandeyekê avabike û ew şande biçe Girava Îmraliyê.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye