Dezgeha Kar û Barên Mayînan a Başûrê Kurdistanê da zanîn ku teqemenî ziyanek mezin didin xelkê herêmê, heta niha 13 hezar û 500 welatî birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane.
Zeviyên mayînan bûne astengiyek mezin, ji ber ku li ser riya bajar û cihên giştî dene.
Dezgeha Mayînan diyar kir ku 67 karmendên Dezgeha Mayînan, karmendên rêxistinê birîndar bûne û 35 jî jiyana xwe ji dest dane.
Dezgeha Mayînan a Başûrê Kurdistanê dest nîşan kir ku 776 kîlometre çargoşe erd mayînkirî heye, heta niha 572 kîlometre çargoşe ji mayîn û teqemeniyan hatiye paqijkirin.