Rêberê PKK`ê: Îslama Demokratîk vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye

Rêberê Damezrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan peyamek ji Kongreya Asayî ya 1'emîn a Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê re şand û diyar kir ku Îslama Demokratîk vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bi dirûşmeya "Ji Îslama Demokratîk ber bi Aştî û Civaka Demokratîk ve" Kongreya Asayî ya 1'emîn li dar xist.

Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan peyamek ji kongreyê re şand û anî ziman ku cewhera Îslamê azadî, edalet û wekhevî ye.

Peyama Rêberê PKK`ê bi vî rengî ye:

"Ji Kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê re,

Îslam di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye.

Îslama dewleta fermî yan jî avadaniyên cemaetan ku modernîteya kapîtalîst weke amûra desthilatdarî û talanê bi kar tîne, ev cewhera xwe winda kiriye.

Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye. Ew peyman, peymana pêkvejiyana baweriyên cuda, gel û çandan a bi îradeya xwe û bêyî zextan e.

Divê were zanîn ku cîhada rasteqîn, têkoşîna bi rêya xwerexnekirineke domdar a li dijî nefs û zilmê ye. Feraseta şûrayê ya di Îslamê de jî tê wateya aqilekî kolektîf û biryardayîna demokratîk e.

Bêyî ku Îslamê bikin amûra siyasî ya dewletê û komên cuda, em bixin xizmeta jiyana azad a civakê ku xwe li ser vê bingehê birêxistin kiriye.

 Îslama demokratîk, şaristaniyeke alternatîf e ku azadiya jinê, hevsengiya ekolojîk û xwişk-biratiya gelan esas digire.

Tenê ev şîroveya demokratîk dikare ji birînên Rojhilata Navîn re bibin derman. Hêvîdarin ku nîqaşên we yên di vê çarçoveyê de jî ji bo pêvajoya civaka demokratîk a me daye destpêkirin sûdewer bin.

Bi hezkirin û silavên xwe yên bêdawî...

Abdullah Ocalan
Îmralî."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye