11'emîn Pakêta Darazê hat qebûlkirin

Li Parlamentoya Tirkiyê 11'emîn Pakêta Darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt û rastî bertekan dihat, bi dengên AKP û MHP’ê hat qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

11’emîn Pakêta Darazê ya ku ji hêla AKP’ê ve hat parlamentoyê û rê li ber berdana bi 44 hezar girtiyan ku ji ber gelek sûcan girtî ne vedike, li Lijneya Giştî ya Meclisê hat pejirandin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji ber ku pakêt girtiyên siyasî nagire nav xwe û rê dide berdana kesên ku ji ber sûcên li dijî jin û zarokan hatine mehkûmkirin, di dengdayînê de bêalî ma.

AKP û MHP'ê di aliyê erêkirinê de dengê xwe bi kar anîn, CHP li dijî wê dengê xwe bi kar anî.

Pakêta 11'emin ya darazê bi 274 dengên erê, hat qebûlkirin. Meclis jî heta 6'ê Çileyê kete betlaneyê.

Tê payîn ku nêzîkî 44 hezar mehkûm di qonaxa yekem de werin berdan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye