Di çarçoveya qedexeyên 1'ê Gulanê yên ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hatibûn ragihandin de, hin rê ji bo trafîkê hatibûn girtin.
Li Qada Taksîmê û rêyên ber bi wê ve, çûnûhatina tirmbêlan hat qedexekirin.
Her wiha tîmên polîsan welatiyên ku dixwestin Qada Taksîmê bi kar bînin, ber bi rêyên din ve birin.
Hat zanîn ku polîsan her wiha mudaxeleyî endamên Partiya Rizgariya Gel ên ku dixwestin ji Beşîktaşê ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin, kirine .
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a şaxê Stenbolê, ragihand ku hejmara giştî ya kesên ku li Stenbolê hatine binçavkirin, gihîştiye nêzîkî 370 kesan.