Li gorî medya Iraqê parvekîriye Amerîka hemû hêzên xwe yên leşkerî ji barergeha Eyn Esed û Vîktorya yên li Iraqê ji bo Hewlêr û welatên din yên Ereb ên cîranê Îraqê vediguhêze.
Aliyên peywendîdar yên Amerîkayê ragihand ku ewê hêzên xwe bi awayek lez ji nav xaka Iraqê derbixin.
Di lihevkirina Iraq û Amerîka yê de pêwîst bû Amerîka hêzên xwe di meha Îlona îsal de vekişandiba, lê ew biryar dan ku bi awayek lez hêzên xwe ji Iraqê derbixin.
Li Îraq û Herêma Başûrê Kurdistanê bi giştî 7 baregehên hewayî û 2500 leşkerên Emerîkayê li baregeha Eyn Esed û Hewlêrê hene.
Bexda û Washington li ser dema diyarkirî ji bo vekişîna gav bi gav a hêzên Hevpeyman ji Iraqê heta dawiya sala 2026’an li hev kirine.