Îsraîl: Herî kêm 3,000 leşkerên Îranê hatine kuştin

Li gorî agahiyên artêşa Îsraîlê, zêdetirî 3,000 leşker û karmendên saziyên leşkerî yên Îranî ji destpêka êrîşan ve hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî texmînên Îsraîlê, di rojên dawî de 3,000 karmendên saziyên leşkerî yên dewleta Îranê di êrîşan de hatine kuştin.

 

Êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser  rejîma Îranê ji roja şemiyê ve dest pê kirin.

 

Ev êrîş bûn sedema mirina gelek berpirsên dewleta Îranê.

 

 

 

Amerîka: Kuştina 100 Amerîkîyan li Dubayê bê bingeh e

 

 

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê îdiaya dewleta Îranê ya ku dibêje 100 personelên leşkerî ên Amerîkî li Dubayê hatine kuştin, wek "derew" bi nav kir.

 

Wezaretê got ku di êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkî ya li Dubayê de tu kes nehatiye kuştin an birîndarkirin.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê wiha berdewam kir:

 

"Divê cîhan êrîşên neqanûnî û karesatbar ên dewleta Îranê li ser sazgehên dîplomatîk ên Amerîkî û yên her welatekî din, şermezar bike."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye