Lîstikvanê Yewnanî Stefanos Tsitsipas piştî ku li hember Denis Şapovalov yê Kenedî bi encama 6-2, 6-3 û 4-6 têk çû, ji tûra yekem a turnuvaya Indian Wells Masters ya tensê dûr ket.
Di lîstikê de Stefanos û Denis hatin beramberî hev.
Her wiha Denis ê ku di rêza 40'î Ya cîhanê de cih digire, Stefanos têk bir.
Piştî têkçûna Stefanos di Şampiyoniya Dubai ya 2026'an de û nekarîna bidestxistina şampiyoniyê, ew di rêza zindî de daket rêza 42'emîn a cîhanê.
Ev rêza Stefanos ya herî xirab ji sala 2018'an vir ve ye.
Hin rekorên ku Stefanos bi dest xistine
Hêjayî bi bîrxistinê ye k
u rêza herî bilid ku Stefanos gihiştiyê; rêza 3'yemîn a Cîhanê bû di sala 2021'ê de.
Lîstikvanê Yewnanî Stefanos heta niha di kariyera xwe de 11 sernavên ATR Tour single bi dest xistiye.
Ya herî girîng ji van Fînalên ATR ya 2019'an bû, ku sernavê herî mezin ê kariyera xwe b dest xistibû.
Tevî serkeftinên Stefanos yên mezin, wî hîn sernavek Grand Slam bi dest nexistiye, lê ew du caran gihiştiye fînalê.
Cara yekem turnuvaya French Open a 2021'ê bû û cara duyem turnuvaya Australian Open 2023'an bû.
Stefanos Tsitsipas niha di cîhanê de di rêza 40'emîn de ye (di rêza 42'emîn de di rêza zindî de ye).