Magrêb şampiyoniya Neteweyên Afrîkayê (CHAN) qezenc kir.

Tîma neteweyî ya Magrêb, tîma Madagaskar, bi encama 3-2 têk bir û Şampiyoniya Neteweyên Afrîkayê (CHAN) qezenc kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, maça fînal ya Şampiyoniya Neteweyên Afrîkayê (CHAN), di navber tîman Magrêb û Madagaskar bû. Maç li Paytexta Kenyayê, Nairobiyê hat lîstin.

Madagaskar di xuleka 9an de, bi gola Clavin Manohantsoa pêş ket. Lê tîma magrêb xwe bi hêz kir û di xuleka 25an de, gola wekheviyê bi riya lîstikvan Yûsif Mahrî anî.

Berî dawiya nîva yekem û bi taybetî di xuleka 44an de, Usame Al-Malawi gola duyemîn anî û encam bû 2-1.

Di nîva duyem de, Madagaskar xwe bi hêz kir û di xuleka 68an de, bi rêya lîstikvanê xwe Toki karîbû encamê maçê, wekhev bike.

Di xuleka 80an de, Usame Al-Malawi gola sêyem anî û maç bi encam 3-2 bi dest xist.

Piştî sala 2018 û 2020an, ev cara sêyeme ku Magrêb dibe Şampiyoniya Neteweyên Afrîkayê (CHAN).

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye