Barcelonayê maça ku duh êvarê di çarçoveya hefteya 31'ê ji "La Lîga" de, mêvanê xwe Espanyol bi 4-1 têk bir.
Êrîşkarê Spanî, Ferran Torres bi 2 golên li pey hev di xulekên 9 û 25'an de tîma malê xist pêş.
Lê lîstikvanê taxima Espanyol Pol Lozano di xuleka 56'an golek tomar kir.
Lê taxima malê bi rêya lîstikvanê xwe Lamine Jamal û Marcus Rashford di xulekên 87 û 89'an de 2 golên din zêde kirin.
Barcelonayê piştî vê serkeftinê hejmara puanên xwe gihand 79'an û pêşengiya xwe di La Lîgayê de gihand 9 puanan li pêşiya Real Madrîdê ku di rêza 2'emîn de cih digire.
Berevajî vê, hejmara puanên Espanyol li 38'an sekinî û ew di rêza 10'emîn de ye.

Sevilla bi 2-1 Atletico Madrid têk bir
Li aliyekî din jî, Sevillayê duh di tûra 31'emîn de ji La Lîgayê, Atletico Madrid bi 2-1 têk bir.
Akor Adams di xuleka 10'an de ji penaltiyê gola taxima Sevillayê vekir û Bonar jî di xuleka 35'an de ji bo Atletico gol avêt.
Di xuleka 45+2'an de, Nemanja Gudelj gola 2'emîn a Sevillayê avêt û ji vê serkeftinê gelek sûd wergirt.
Bi vê serkeftinê re, Sevillayê hejmara puanên xwe gihand 34'an.
Di heman demê de puanên Atletico di 57'an di rêza 4'emîn de sekinîn.
Ji bilî van maçan 2 maçên din jî hatin lîstin, ew jî wiha ne:
Real Sociedad - Alaves : 3 - 3
Alaves- Valencia : 1 - 0