Mihemed Qalîbaf, li ser platforma X'ê daxuyaniyek da û anî ziman ku di tûra destpêkê ya muzakereyan de ya ku roja şemiyê li Îslamabadê pêk hat, Waşington ji bo Tehranê nebû cihê baweriyê.
Serokê meclîsê, dest nîşan kir ku ew xwedî nêta baş û îradeya pêwîst in û wiha got:
“Ji ber tecrûbeyên 2 şerên beriya niha, em qet ji aliyê hember bawer nakin.
Şandeya Îranê hewldanên xwe yên ji bo paşerojê pêşkêş kirin, lê belê aliyê hember di vê tûra dan û standinan de nekarî ji bo şandeya me bibe cihê baweriyê.”