Li Brezîlyayê şewateke mezin û teqîn di kargeheke kîmyewî de çêbû

Li bajarê Itaquaquecetuba yê ser bi herêma São Paulo ya Mezin, di kargeheke hilberandina materyalên kîmyewî de şewateke mezin derket. Di encama teqînan û dûmana bijehr de, rayedaran zêdetirî 150 şêniyên herêmê ji malên wan daxistin û herêm vala kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şewateke mezin li kargeha kîmyewî ya bi navê "Quema Química" ku dermanên helker (solvents) û rezînên polîester hildiberîne,çêbû.

Ji ber tundiya agir, heta çend saetan teqînên li pey hev di nav kargehê de qewimîn û dûmaneke reş bi ser sînorên bajaran de girt.

Li gorî zanyariyên tîmên agahdarkirinê û Parastina Sîvîl, tîmên agirkujiyê bi zêdetirî 30 wesayîtên hawarçûnê mudaxeleyî herêmê kirin.

Ji bo parastina canê welatiyan, elektrîka taxên derdorê hat qutkirin û cadeyên sereke hatin girtin.

Tevî ku ziyanên madî yên pir mezin hene, tîmên tendurustiyê ragihandin ku ti ziyanên canî nehatine tomarkirin.

Rayedaran hişyarî dan ku her kesê ji ber dûmana kîmyewî bandor bibe an çavên wan bişewitin, demildest serî li navendên bijîşkî bidin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye