Kim Yo-Jong ji ber "Hevsengiyên Leşkerî" yên Japonyayê gefa bersivdayîna leşkerî xwar

Korêya Bakur Japonya bi lezdarkirina çekdarkirinê tawanbar kir û ragihand ku ew li hemberî tevgerên leşkerî yên Tokyo û Washingtonê bêdeng namînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kim Yo-jong, xwişka serokê Korêya Bakur Kim Jong-un, di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku ceribandinên moşekên Tomahawk yên Japonyayê û beşdariya wê ya di manovrayên leşkerî yên li Fîlîpînan de nîşana "bûyîna dewleteke şerxwaz" e.

Kim her wiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tawanbar kir ku Japonya û Korêya Başûr wekî "hêza derbê" li herêma Asya-Pasîfîkê bi kar tîne.

Di dawiyê de destnîşan kir ku fermandariya leşkerî ya Korêya Bakur ji bo parastina ewlehiya xwe dê "bijardeyên leşkerî yên zêde" bixe meriyetê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye