Her ku diçe, şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de gurtir dibe.
Hat ragihandin ku îro careke din Rûsya êrîş bir ser Dnipro (dnîpro) ya li Ûkraynayê, di encama êrîşê de 2 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Bajarê pîşesaziyê Dnipro zêdeyî 100 kîlometreyî ji xeta pêşîn a şer dûr e.
Di 14´ê nîsanê de jî Rûsya dîsa êrîşî wê deverê kiribû û di êrîşê de 4 kes hatibûn kuştin.
Kremlin ji bo hevdîtina di navbera Putin û Zelensky de mercek danî
Li gorî ajansa nûçeyan a TASS'ê, berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov diyar kir ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin tenê dikare bi serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky re bicive, da ku rêkeftinên dawî yên der barê şer de werin îmzekirin.
Peskov piştre destnîşan kir ku Putin dibêje ku ew di her kêliyê de amade ye li Moskovayê bicive û wiha got:
“Girîng e ku sedemek ji bo civînê hebe, û ya girîngtir ew e ku civîn biencam be.
Ev tenê dikare ji bo armanca gihîştina rêkeftinan be.”
Ev axaftinên berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov, di demekê de tên ku duh Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Andriy Sybiha eşkere kiribû ku welatê wî ji Tirkiyê xwestiye mazûvaniya hevdîtinekê di navbera Zelensky û Putin de bike.
Di heman demê de serokatiya Tirkiyê duh ragihand ku serokomar Recep Tayyip Erdogan di hevdîtinekê de li Enqereyê ji sekreterê giştî yê NATO´yê Mark Rutte re gotiye ku Tirkiye ji bo vejandina danûstandinên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de hewldanan dike.
Her wiha ajansa nûçeyan a RIA ragihand ku Kremlin dixwaze ku nûnerê Amerîkayê Steve Witkopf û zavayê Trump, Jared Kushner, serdanên xwe yên ji bo Rûsyayê bidomînin, da ku li ser çareseriyeke aştiyane ya gengaz gotûbêj bikin.