Şaredarên Ataşehîr û Eşmeyê ji karên xwe hatin dûrxistin

Wezareta Karên Navxweyî piştî girtina Şaredarê Ataşehîrê û şaredarê Eşmeyê yê CHP'yî Yilmaz Tozan, ew ji erkên wan dûr xistin. Wezaretê daxuyaniyek belav kir û got: ''Li gorî xala 127`emîn a Destûra Bingehîn û xala 47`emîn a Qanûna Şaredariyan a hejmar 5393, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji erkên xwe hatiye dûrxistin.''

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Operasyonên ku li dijî şaredariyên CHP'ê tên meşandin, berdewam dikin.

Beriya niha şaredarê Ataşehîrê Onursal Adiguzel û Şaredarê Eşmeyê yê CHP'ê Yilmaz Tozan hatibûn girtin.

Piştî ku hatin girtin, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ve ji erkên xwe hatin dûrxistin.

Şaredarê Ataşehîrê Onursal Adiguzel û 18 kesên din di çarçoveya operasyonên li dijî şaredariyên CHP'ê de hatibûn binçavkirin.

 

Wezaret: Onursal adiguzel ji karê xwe hat dûrxistin

 

Wezareta Karên Hundir piştî girtina şaredarê Ataşehîrê, daxuyaniyek li ser hesabê medyaya civakî belav kir û got:

"Şaredarê Ataşehîrê Onursal Adiguzel, piştî ku di 22'ê nîsana 2026an de ji aliyê Dadgeha Sulhê ya 4'emîn a Anadolu ya Stenbolê ve di bin lêpirsîna sûcên avakirina rêxistinekê ji bo kirina sûc û wergirtina bertîlan de hate girtin.

Li gorî xala 127'emîn a Destûra Bingehîn û xala 47'emîn a Qanûna Şaredariyan a hejmar 5393, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji erkên xwe hatiye dûrxistin."

 

Yilmaz Tozan ji karê xwe hat dûrxistin

 

Ne tenê şaredarê Ataşehîrê, di heman çarçoveyê de şaredarê Eşmeyê yê CHP'yî Yilmaz Tozan jî, piştî ku hat girtin, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji erka xwe hat dûrxistin.

Wezareta Karên Navxweyî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ji karê xwe hatiye dûrxistin. 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye