Hat zanîn ku di serdegirtina malê de, polîsan ciwanê bi navê Mehmet Salîh Aslan bi hinceta ku di pîrozbahiya Newrozê de “Propagandaya rêxistinê” kiriye hat binçav kirin.
Hat zanîn ku polîsan di serdagirtinê de deriyên malan şikandine, bi solên herî ketine nava malê de, di lêgerînê de mal tevlihev kirine û heqeret li malbatê kirine.
Hat diyarkirin ku polîsan bi ser gelek malên din jî girtine û di serdagirtina malekê de êşkence li ciwanekê kirine.
Li Îzmîrê Rozerîn Ekîncî û Mîzgîn Duyas hatine girtin
Duh di demjimêrên sibehê de li Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin.
Di encama serdegirtinên malan de 22 kes bi îdîaya “propaganda PKK dikin” hatine binçavkirin.
Her wiha Rozerîn Ekîncî û Mîzgîn Duyas ên ku bi îdîaya di Newrozê de “propagandaya PKK kirine” li Îzmîrê hatibûn binçavkirin û hatin girtin