Li Deryaya Reş dronekê li tankera Tirkiyê xist

Li Deryaya Reş, dronekê li tankera petrolê ya bi navê ALTURA ya Tirkiyê xist ku bi petrola xav barkirî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bûyer, 15 mîlan dûrî Tengava Stenbolê, li Deryaya Reş rû da.

 

Di encama lêdana dronê de zerereke mezin gihişt hinek beşên tankêrê.

 

Tankera bi navê ALTURA ya ku 140 hezar ton petrola xav tê de bû, ji Rûsyayê bi rê ketibû.

 

Li gorî agahiyan, piştî lêketina dronê teqîneke bihêz çêbûye û zerereke mezin gihîştiye beşa jor a tankerê.

 

Her wiha hat ragihandin ku jûra makîneyê ya tankerê av standiye.

 

Piştî ku tankerê daxwaza alîkariya lezgîn kir, tîmên Ewlehiya Peravan, tîmên Parastina Peravan û keştiya midaxeleya lezgîn a "Nene Hatun" çûn cihê bûyerê.

 

Midaxeleya li ser tankerê berdewam dike lê heta niha ji aliyê saziyên fermî ve daxuyaniyek nehatiye dayîn bê ma ev "êriş" e yan na.

 

Hat eşkerekirin ku di bûyerê de xebatkarên keştiyê birîndar nebûne û rewşa tenduristiyê ya her 27 xebatkaran baş e.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye