Wezareta Derve Amerîkayê ragihand, alavên piştgiriya helîkopterên leşkerî wê ji Erebistana Siûdî re bên şandin.
Behreynê jî wê bi buhayê 455 milyon dolarî parçeyên balafirên ji Amerîkayê bikire.
Di salên dawî de Amerîka bi sedan milyar dolar çekan firot welatên Kendavê.
Amerîka îsal di gulanê de peymaneke firotina çekan a 145 milyar dolarî bi Erebistana Siûdî re mor kiribû.