Televîzyona Dewleta Îranê ragihand ku du gerên danûstandinan hatine lidarxistin û gera sêyem jî dibe ku îşev an sibe bê lidarxistin.
Ajansên nûçeyan ên Fars û Tasnimê ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê derbarê Tengava Hurmizê de daxwazan zêde dike.
Her wiha van her du ajansan dan xuyakirin ku tiştê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 6 hefteyên şer û gefan de nekarî bi dest bixe, niha hêvî dike ku bi hêsanî bi rêya danûstandinan bi dest bixe.
Di heman demê de, hate ragihand ku tevî nakokiyên heyî, danûstandina peyaman di navbera herdu heyetan de li Îslamabadê berdewam dike.
Financial Times: ji ber Tengava Hurmizê encam derneket
Rojnameya Financial Times jî,ragihand ku du çavkaniyan ji wê re, ragihandiye ku danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de li ser vekirina Tengava Hurmizê ji ber nakokiyên di navbera her du aliyande gihîştine qonaxek bê encam.
Li gorî heman çavkaniyê, Îran li ser kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê û mafê xwe yê sepandina bacê li ser derbasbûna keştiyan israr dike û fikra kontrola hevbeş a tengavê red dike.
Şandeya Amerîkî ji aliyê Cîgirê Serok J.D. Vance, Nûnerê Taybet Steve Wittkopf, û Jared Kushner, zavayê Serok Donald Trump ve tê birêvebirin.
Li hember vê yekê, Îranê şandeyeke mezin bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqer Qalîbaf şand, ku tê de çend kesayetiyên navdar, bi taybetî Wezîrê Derve Abbas Eraqçi û Serokê Banka Navendî Ebdulnasir Hemmati hebûn.