Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, roja 27'ê nîsanê civînek bi daxwaza Behreynê li dar xist.
Di daxuyaniyê de, kiryarên dewleta Îranê yên li dijî welatên herêmê û astengkirina keştîvaniya navneteweyî hatin şermezarkirin.
Îmzekaran, tekez kirin ku divê azadiya keştîvaniyê bi ti awayî neyê rawestandin.
Ev prensîb, yek ji bingehên sereke yên ewlehiya cîhanî û aboriyê ye.
Her wiha daxuyaniyê her hewldanek ji bo ferzkirina sînordarkirinên li ser derbasbûna keştiyan an jî berhevkirina xercan ji wan, red kir.
Di daxuyaniyê de, ev kiryar wekî binpêkirina yasaya navneteweyî, bi taybetî Peymana Yasaya Deryayê hat binavkirin.
Daxuyaniyê, bal kişand ser encamên cîhanî yên kiryarên dewleta Îranê û hişyarî da ku van kiryaran, veguhastina deryayî têk birine û lêçûn zêde kirine.