Awistralya: Em alîkariya xizmên DAIŞ`ê yên li Sûriyê nakin

Hikûmeta Awistralyayê, ragihand ku ew kesî ji Sûriyê venagerîne û wiha got: "Divê ew kes zanibin ku eger wan tawanek kiribe, di dema vegera xwe ya Awistralyayê de dê bi tundî rû bi rûyî yasayê bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Hikûmeta Awistralyayê ragihand ku ew alîkariya wan welatiyan nake ku xizmên çekdarên DAIŞê ne û dixwazin ji kampên Sûriyê vegerin Awistralyayê.

Ev daxuyanî piştî belavbûna raporekê hat ku qala hewla çend malbatên Awistralyayî ya ji bo vegerê dike.

Tora nûçeyan a ABCya Awistralyayê belav kir ku 4 jinên Awistralyayî û 9 zarok û neviyên wan roja înê ji Kampa Rojê ya li Rojavayê Kurdistanê derketine.

Li gorî raporê, Hêzên Sûriyê ew kom birine Şamê da ku ji wir bi balafirê vegerin Awistralyayê.

Awistralya: Em kesî ji Sûriyê venagerînin

Berdevkê Hikûmeta Awistralyayê di daxuyaniyekê de ji ajansa AFPê re got ku Hikûmeta Awistralyayê kesî ji Sûriyê venagerîne û ew vê yekê nake.

Her wiha destnîşan kir ku ajansên wan ên ewlehiyê çavdêriya rewşa Sûriyê dikin da ku her Awistralyayiyekî ku bixwaze vegere amade bin û got:

"Eger vegerin jî dê bi tundî rû bi rûyî yasayê bibin"

"Divê ew kes zanibin ku eger wan tawaneke kiribe, di dema vegera xwe ya Awistralyayê de dê bi tundî rû bi rûyî yasayê bibin."

Ev kom beşek  ji wan 34 Awistraliyên ku Sibata borî hewl dabûn vegerin lê ji ber pirsgirêka hevahengiyê ya li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, hewla wan bi ser neketibû.

Di wê demê de Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese ragihandibû ku Hikûmeta wî piştgiriyê nade wan.

Pirsa vegerandina malbatên çekdarên DAIŞ`ê li Awistralyayê bûye mijara nîqaşeke zêde.

Hinek siyasetmedar hişyariyê didin ku vegera wan kesan metirsiyê li ser ewlehiya niştimanî çêdike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye