Şîlîyê biryara girtina balyozxaneya xwe ya li Tehranê ragihand

Wezareta Karên Derve ya Şîliyê ragihand ku balyozxaneya Şîlî ya li Tehranê dê di 31`ê tebax de were girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezaretê ragihand ku sedema vê biryarê ew e, ku bi armanca dabeşkirina çavkaniyên dîplomatîk bi awayekî bikêrtir nirxandineke rêxistinî were kirin.

Her wiha tedbîrek were girtin da ku ewlehiya dîplomatên Şîlî li Rojhilata Navîn were misogerkirin.

Lê belê, Wezareta Karên Derve ya Şîlîyê tekez kir ku girtina balyozxaneyê nayê wateya qutkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Şîlî û Îranê de.

Li gorî Wezaretê, piştî girtina balyozxaneyê, dê xizmetên balyozxaneyê ji welatiyên Şîlî yên li Îranê re bi rêya balyozxaneyê Şîlî ya li paytexta Tirkiyê Enqerê, werin pêşkêşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye