Donald Trump gef li Kolombîya û Kubayê xwar

Trumpê wekî cendirmeyê cîhanê tevdigere tirsê di nava rejîmên Amerîkaya Latîn belav dike. Serokê Amerîkayê piştî Venezûelayê îcar bela xwe di Kolombîya û Kubayê dide. Şefê Qesra Spî ji bo serî li ber Amerîkayê bitewînin gef li herdu welatan xwar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Krîza di navbera Amerîka û Venezûelayê de bi lez belavî parzemîna Amerîkaya Latîn dibe.

Trump piştî operasyona Maduro, dixwaze hemû dewletên mixalefetê ji Amerîkayê re dikin, teslîm bibin. 

Lîderê Amerîkayê di axaftina xwe ya duh de gef li Kolombîya û Kubayê xwar.

Trump ji bo serokê Kolombîyayê Gustavo Petro van gotinên sosret kirin:

Hikumeta Bogotayê ji alîyê mirovekî nexweş ve tê birêvebirin ku kêfa wî ji çêkirina kokaînê re û firotina wê ji Amerîkayê re tê.

Trump di axaftina xwe de da zanîn, îhtîmal heye operasyoneke leşkerî li Kolombîyayê bê kirin.

Şefê Qesra Spî asta gefên xwe bi Kolombîyayê bi sînor nekir û ji bo Kubayê jî gotinên giran kirin.

Trump îdîa kir qedera rêveberîya Kubayê girêdayî Nicolas Maduro ye û wiha axivî:

Bi ya min, Kuba wê ji ber xwe ve hilweşe. Ez nafikirim ku pêdivîya me bi çalakîyekê hebe. Wiha xuya dike wê Kuba ji hev bikeve.

Kuba ji Şoreşa 1959an û vir di lîsteya dijminên Amerîkayê di rêza yekemîn de ye.

Washington îdîa dike, Kuba desteka leşkerî dide Venezûelayê û elîtên welêt birêxistin dike.

Gustavo Pedro: Gelê Kolombîyayê wê min biparêze

Gotinên Trump ên derbarê Kolombîyayê de di cî de rastî reaksîyona hikumeta Bogotayê hat.

Serokê Kolobîyayê Gustavo Petro di parvekirina xwe ya di Xê de wiha bersivê da Trump:

Bes gotinên ne rast derbarê min de belav bike.

Paşê Pedro di axaftineke xwe de vê bersiva hîn zêde hişk da Trump:

Eger tu dixwazî min têxî hefsê, ka biceribîne tu dikarî an na.

Eger tu dixwazî kincên porteqalî li min bikî, vê biceribîne. Gelê kolombîyayê wê derkevin kolanan û min biparêzin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye