Îsraîl gav bi gav li Sûriye bi cih dibe

Di 8`Kanûna 2024`an de, li Sûriyê xaleke werçerxê ya ku dîzayina desthilatdariyê da guhartin, pêk hat. Qonaxeke nû dest pê kir. Di vê qunaxê de, Hêzên Navnetewî û herêmî li ser ji nû ve avakirina rêjîmê li Sûriyê biryar dabûn. Biryar ew bû ku, Ehmed Şera weke serokê Sûriyê û weke artêş (HTŞ) dê bikevin piratîkê hatibû xêz kirin. Yek ji stûnên bingehîn yê vê piratîkê`ewlehiya Îsraîlê`ye. Ji ber vê yekê berî ku HTŞ were ser desthilatdariyê, artêşa Îsraîlê berê xwe dabû amedekariyên li Başûrê Sûriyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîl ji bo pirsgirêka xwe ya avê û parastina ji hêzên weke Îran, Hizbûllah û Îslama Radîqal (HTŞ. DAIŞ), dixwaze li ser sînorê Başûrê Sûriyê, serwer bibe.

Ji ber vê yekê, yekîneyên leşkerî li bilindahiyên Colan, Çiyayê Hermon, herêmên gundewarên Quneytira bi cih kir.

Bi piştgiriya Dûrziyan jî Xeta Suweyda û Dera û gundewarê Şamê jî, pilana xwe dibe serî.

Îsraîl desthilata nû ya Sûriyê weke gefekê dibîne

Îsraîl li van deverên navborî, dixwaze herêmeke bê çek ava bike da ku sînorê xwe têxe ewlehiyê.

Li gor rayedarên Îsraîlê ev herêma bê çek herî kêm wê 15 km pêk bê.

Îsraîlê herêma bêçek ava dike

Ji bo pêkanîna vê herêma bê çek jî Îsraîl naxwaze Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê li herêmê xurt be.

Ji ber vê yekê, di Kanûna 2024` an de, Îsraîlê bi êrîşeke berfireh hemû binesaziya leşkerî ya Sûriyê ku çekên giran dihewand, bombebaran kir.

Armanca operasyonê kêmkirina kapasîteya leşkerî ya Sûriyê û bi piranî bêçekirina welêt bû.

Di encama van êrîşan de, beşek girîng ji pergalên parastina hewayî yên Sûriyê neçalak bûn.

Îsraîlê 9 Qereqol li başûrê Sûriyê ava kiriye

Tevî van êrîşan jî Hêzên Hikûmeta Vegûhêz xwestin xwe li herêmê bi cih bikin.

Îsraîl ji bo pêşiya vê yekê bigre, li herêmê des t bi avakirina qereqolan kir.

Heta niha Îsraîlê 9 Qereqol li herêma tamponê daye avakirin.

Ji dervayî bendên kotrolê yên demkî û hinek piratîkên din ên rojane.

Her wiha li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê(SOHR), ji dema hilweşîna Rêjîma Baas` ê ve û heta niha, artêşa Îsraîlê 340 caran derbasî nav axa Sûriyê bûye.

Îsraîlî dê li Parîsê bi hikûmeta Sûriyê re danûstandinan bike

Îsraîl niha ji bo vê pilana xwe, rêbaza dîplomasiyê xistiye meryetê û bi Hikûmeta Sûriyê re di nav danûstandinan de ye.

Herî dawî hate ragihandin ku wê îro Şandeyek Îsraîl û Hikûmeta Vegûhêz ya Sûriyê li paytexta Fransa Parîsê werin gel hev.

Pêwendiyên Sûrî-Îsraîl li ser bingeha hevkêşeyeke ewlehiyê ye, ku ji peymana Veqetînê ya sala 1974`an û vir ve hatiye danîn.

Her wiha sînorê di navbera Sûriye û Îsraîl de li gorî welatên din, yê herî nêzî hev in ku 80 kîlometreyan derbas nake.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye