Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin.
Pê re, tundî û zextên hêzên dewleta Îranê jî li beramberî xwepêşandêr û welatiyan berdewam dike.
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA têkildarî bîlançoya 9 rojên xwepêşandanan, raporek belav kir.
Li gorî raporê, di nava 9 rojan de li 222 navçe, 78 bajarok û 26 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û çalakî hatine lidarxistin.
Her wiha destnîşan kir ku heta niha 17 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne.
Rêxistina HRANA da zanîn ku di encama xwepêşandanan de 30 xwepêşandêr ji aliyê hêzên ser bi dewleta Îranê ve hatine kuştin, 51 birîndar bûne û 990 jî hatine binçavkirin.
Di heman çarçoveyê de, di 4'ê Çileya 2026'an de, cezayê darvekirinê yê 16 girtiyan, li girtîgehên cuda yên Îranê hatin bicîhanîn.
Êvara roja Yekşemî 4'ê Çileya 2026'an ciwanê Kurd Resûl Kidîweriyan ê 17 salî digel birayê xwe yê mezin ê Riza Kidîweriyan di meşa xwenîşandanên bajarê Kirmaşanê de bi guleyên rasterast ên hêzên dewleta Îranê hatin kuştin.
Her wiha, hêzên ewlehiyê di heman demê de li bajarê Sine bi ser malên hejmarek welatiyên Kurd de girtin û herî kêm 10 welatî bêyî tu fermana dadweriyê, girtin.
li deverên Kurdî mîna Kirmaşan û Îlamê gelek zext û tundî li dijî xwepêşandêran hat meşandin.