Rêxistina Hiqûq a El Yemenê hejmara 15 hezar binpêkirinên mafê mirovan ku ji aliyê Hûsiyan li dijî pêkhateyan pêk anîne eşkere kir.
Rêxistina Hiqûq a El Yemenê binpêkirinên mafên mirovan ku Hûsiyan li (Zîmar) Yemenê di derheqê sivîlan de pêk anî ragihand. Rêxistinê diyar kir ku ji Kanûna 2018`an heta Gulana 2025’an ve hejmara binpêkirinan gihaşt 15 hezar û 413’an. Di nav de kuştin, revandin, îşkencekirin, xerakirin û talankirina malê sivîlan û bi çek kirina zarokan, teqandina cihên civakî, zindan avakirin û hwd… hene.
Hin binpêkirinên ku ji aliyê rêxistina El Hiqûq hatiye ragihandin bi vî rengî ne:
474 kuştî; di nav de jin, zarok, kesên navdar û siyasetmedar, hene û kesên navdar hene.
218 birîndar; di nav de jin û zarok hene.
Hezar û 183 bûyerên revandinê; piraniya wan kesên navdar û zana ne.
272 bûyerên îşkencê; ji wan 12 kes di bin işkenceya giran de jiyana xwe ji dest dane.
9 bûyerên tecawiza jin û zarokan.
105 destdirêjiyên cesedî.
Hedef girtina 98 karkeran bi sedema daxwazkirina fonê xwe.
Xerakirina 39 malên sivîlan.
Bi çek kirina 4 hezar û 481 zarokên temenê wan di navbera 12 û 16 salî de ne; ji wan 2 hezar û 19 zarok hatine qetilkirin û hezar û 475 birîndar bûn e.
Perwîn El Eyo