Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, digel şandeyeke wezarî, îro gihîşt parêzgeha Dêra Zorê.
Şandeya Wezarî, ji Sekreterê Giştî yê Serokatiya Sûriyê, Wezîrên Rêveberiya Xwecihî, Enerjî, Tenduristî, Karên Giştî, Îskan û Çandiniyê pêk dihat.
Li gorî medyaya erebî, armanca vê serdanê, venêrîna pêwîstiyên mirovî digel bilindbûna asta ava Çemê Firatê û derketina lehiyan
Lê serdana Ehmed Şera rastî bertekan hat.
Xelkên Dêra Zorê li dijî Şera daketin qadan xwepêşandan li darxist.
Hate ragihandin ji ber bertekên xelkên heremê û ji ber ewlehiyê, Şara bi helîkopteran ve gihîşt herêmê.
Di çend saetên borî de, gelek stasyonên avê ji xizmetê derketin û li ser gelek xetên elektrîkê gefa binavbûnê heye.
Ev yek di demekê de tê ku hişyariyên fermî yên lehiyeke mezin tên kirin û ji bo vê yekê jî civînên awarte tên lidarxistin û ji bo vehewandina krîzê pêşbazî bi demê re tê kirin.
Ji bo rûbirûbûna lehiyan odeya operasyonên hevbeş hat avakirin
Di heman çarçoveyê de, Wezîrê rewşên awarte û birêvebirina karesatan Raid El Salih roja pêncşemê, avakirina odeyeke operasyonên hevbeş ragihand.
Ev ode dê di 24 saetan digel her du parêzgehên Reqa û Dêra Zorê de, ji bo rûbirûbûna lehiyan bixebite.
Raid El Salih di posteke li ser X'ê de diyar kir, ku tîmên piştevaniyê ji Heleb, Idlib, Hema û Himsê, gihîştine deverên lehiyan.
El Salih da xuyakirin ku heta niha ti ziyanên canî ji ber lehiya çem çênebûne û destnîşan kir ku sedema mirinê ya hin zarokan ji ber avjeniya di çem de bû û ti têkiliya wê bi lehiyê re tune ye.