Li gundewarê Hemayê 3 welatiyên Murşidî hatin kuştin

Li gundê Qahîra yê gundewarê Hemayê, 3 sivîl ji taîfeya Murşidî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dema ku her şeş welatî li ber dikanekê sekinîbûn, çekdarin nenas ên ku li ser motorsiklêtekî bûn ew gulebaran kirin.

Di encamê de, Îsam Yûsif Mehmûd, Ebdulhadî Silêman Mehmûd û Basim Mihemed El Zamitlî, jiyana xwe ji dest da.

Her sê welatiyên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî tekez kir, her şeş kesên ku hatin gulebarankirin, ji taîfeya Murşidî bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye