CHPê li dijî biryara “Betalkirina tekez” li ber navenda xwe ya giştî mîtîngek li dar xist.
Endamên partî, sazî û sendîkayên civakî û bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn.
Di mîtîngê de Ozgur Ozel anî ziman ku ew vê biryarê qebûl nakin û herî dawî wê xwedî li partiya xwe derkevin.
‘Baskên betalkirinê yên AKP'ê nikarin vê partiyê bi rê ve bibin’
Ozgur Ozel di berdewamiya axaftina xwe de, diyar kir ku ew mafê hilbijartinê yê welatiyan diparêzin û wiha axivî:
“Yên ku hatine peywirdarkirin nikarin vê partiyê bi rê ve bibin.
Baskên betalkirinê yên AKPê nikarin vê partiyê bi rê ve bibin. Em destûrê nadin.
Dadgeha AKPê dê êrîşî me bike û baskên AKPê yên betalkirinê jî dê werin partiyê bi rê ve bibin, tiştekî wisa nabe.
Heta em xwe nedin ber êşê, em nikarin pergala xirab a AKPê hilweşînin.
Em ji êşê re jî hene û ji êşkenceyê re jî hene. Di dawiyê de em ê bi ser bikevin."
Ozgur Ozel wekî serokwekîlê koma CHP'ê hate hilbijartin
Ji aliyekî din ve, Koma CHPê ya Meclisê, piştî biryara “Betalkirina Tekez” a fesixkirina Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û rêveberiya wî li Navenda Giştî ya CHPê civiya.
Parlamenteran civîneke girtî ya komê li dar xist û dengdanek pêk anîn.
Ji 96 parlamenterên CHPê bi dengên 95 parlamenteran Ozgur Ozel wekî Serokwekîlê Koma CHPê hate hilbijartin.
Hat zanîn ku parlamenterên ku nêzî Kemal Kiliçdaroglû ne jî tev li civînê bûn.
Ozgur Ozel piştî civîna koma partiya xwe ku ji nû ve wek serokê CHP'ê hat hilbijartin, daxuyanî da.
Ozel got:
"Me îro civînek girtî ya komê kir. Di civînê de ez wekî serokê partiya xwe hatim hilbijartin.
Heta kongreya partiyê, ez ê berdewam serokatiya civînên komê bikim.
Piştî kongreyê, wekî serokê nû hilbijartî, ez ê dîsa serokatiya civînên komê bikim."
"Em li bendê kongreyekê di nav 40 rojan de ne"
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku ew li bendê ne ku kongreyek nû di nav 40 rojan de were lidarxistin.
Ozgur Ozel herî dawî anî ziman ku piştî daxuyaniya biryara kongreyê di rojnameyê de hate weşandin dibe ku bi Kiliçdaroglu re hevdîtinekê pêk bîne.
Di lêpirsîna der barê kongreya CHP'ê de 13 kes hatin binçavkirin
Li gel van gavên ku destê Ozgur Ozel xurt dikin.
Ji aliyekî din daraz jî bi gavên qanûnî hewldanên xwe yên li dijî CHPê berdewam dike.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 13 endamên CHPê bi îdîayên weke ‘’muxalefeta li dijî qanûna partiyên siyasî’’, ‘’standina bertîlê’ binçavkirin.
Dadgeha 36'emîn a Herêmî ya Enqereyê jî hemû hesabên bankê yên CHPê, yên Ozgur Ozel û rêveberiya girêdayî wî cemidandin.
Bi vî awayî wê bikaranîna hesabên bankê dewrî Kemal Kiliçdaroglu û ekîba wî werin kirin.
Kiliçdaroglu nûnerê YSK'ê yê CHP'ê ji erka wî derxist
Hemwextî van gavên darazê piştî ku Kemal Kiliçdaroglû bi awayekî "tedbîrî" bû Serokê Giştî yê CHP'ê, nûnerê YSK'ê yê CHP'ê Mehmet Hadîmî Yakûpoglû ku girêdayî Ozgur Ozel bû ji wezîfeyê girt.