Cîgirê Wezîrê Derve yê Bulgaristanê Marin Raykov îro, bi daxuyaniyekê ji rojnamevanan re piştrast kir ku Bulgaristan ne di şer de ye.
Marin Raykov diyar kir ku ew bi Îranê re, têkiliyên dîplomatîk ên saxlem didomînin û da zanîn ku li ser axa Bulgaristanê ji bo beşdarbûna di operasyonên leşkerî de, tu balafirên şer bi sotemeniyê nayên dagirtin.
Her wiha hin mediyayên Bulgaristanî di dawiya meha sibatê de balav kiribûn ku, çend balafirên leşkerî yên Amerîkî li balafirgeha sivîl a Sofyayê, Vasil Levski daketibûn.
Raikov îro jî di der barê wê mijarê de got ku, ew yek di çarçoveya bicihkirina hêza NATO'yê de pêk hatibû.
Di heman demê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Bulgaristanê Marin Raykov, got ku parlamentoya wan biryarnameyên ji bo piştgiriya operasyonên leşkerî yên têkildarî Tengava Hurmizê pesend nekiriye.
Her wiha di der barê heman mijarê de û li gorî Ruetersê, belgeyek ji hêla Parlamenterê yek ji partiyên Bulgaristanê Stanislav Balabanov ve, hat weşandin.
Di belgeya ku hatiye weşandin de, Dewleta Îranê di der barê balafirên leşkerî yên Amerîkî yên ku li Balafirgeha Vasil Levski ya Bulgaristanê de sotemeniyê dadigirin, nerazîbûn nîşan dabû.
Her wiha Dewleta Îranê di vê belgeyê de, eşkere kiribû ku ew mafê xwe li gorî yasayên navneteweyî diparêze ku hemû tedbîrên pêwîst digirin, da ku serwerî, ewlehî û berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze.
Dewleta Bulgaristanê yek ji endamê NATO'yê ye.