Li Hewlêrê êrîş li ser depoyeke rûnê otomobîlan hat kirin

Li Hewlêrê bi dronan êrîşî depoyeke rûnê otomobîlan hat kirin û şewateke mezin derkert.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw di der barê êrîşê de daxuyaniyek da û da zanîn ku di encama van êrîşan de agirekî mezin derketiye.

Umîd Xoşnaw got ku "êrîşa yekem di demjimêr 07:30`ê sibehê de pêk hat.

Di demjimêr 08:40`î de jî, drona duyem li heman cihî xist.

Di demjimêr 10:20`î de, drona sêyem jî li depoyê da."

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku bi giştî 3 dron li depoyê ketin, droneke din jî berî ku bigihêje armanca xwe, li asmanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat teqandin.

Xoşnaw li ser vekişîna tîmên hawarçûnê jî got:

"Ji bo parastina canê karmendên hêzên ewlehiyê û tîmên Parastina Sivîlan, me xwest ew ji cihê bûyerê dûr bikevin.

Ji ber ku cih 3 caran hat bombebarankirin û agir gelekî mezin bû.

Di hundirê depoyê de her tişt şewitî."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye