Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê bandoreke mezin li ser Başûrê Kurdistanê kiriye.
Li gorî agahiyan heta niha bi 549 dron û mûşekan êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
Ji nav wan, zêdetirî 425 êrîşan li Hewlêrê hatine kirin.
Bi 425 mûşek û dronan êrîşî Hewlêrê hatiye kirin
Li gorî amarên komkirî, zêdetirî 425 dron û mûşekan avêtine Hewlêr û derdora wê.
Her wiha bi zêdetirî 101 dron û mûşekan êrîşî Silêmaniyê hatiye kirin û bi 18 dronan jî êrîşî Dihokê hatiye kirin.
Li parêzgeha Helebçeyê jî di êrîşekê de 2 dron hatine bikaranîn.
Di tevahiya êrîşan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane
Li gorî amaran, di encama tevahiya êrîşên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê de, heta îro 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 91 kes jî birîndar bûn.
Ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 6 Pêşmergeyên li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê bûn.
Karmendekî Asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê jî di nav de bû.
Her wiha 6 kes ji hêzên Pêşmerge yên 3 partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku 2 li Hewlêrê, 2 li parêzgeha Silêmaniyê û 2 jî li navçeya Başîkê ya Mûsilê bûn.
Her wiha di 12`ê Adarê de leşkerekî Fransayê li Hewlêrê di encama êrîşeke Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî amarên komkirî hinek ji birîndaran jî ev in:
30 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yek ên li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên Asayîşê yên li Balafirgeha Hewlêrê, 3 Pêşmerge û 2 nobedarên taybet ên li baregeha berê ya NY ya li Silêmaniyê.
Her di nava birîndaran de nobedarekî Otêla Tîtanîcê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên Parastina Şaristaniyê yên Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70 û polîsek jî hene.
Ji nav birîndaran 18 kes sivîl in.
Her wiha di nav wan de 2 xwendekarên li navçeya Xebat a parêzgeha Hewlêrê bûn.
Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayê yên li Hewlêrê bûn.