Marco Rubio, li Munihê, bi Ajansa Bloombergê re hevpeyvîn kir.
Rubio, di hevpeyvînê de, ev tişt anîn ziman:
"Eger Xameneyî amade be ku bi Trump re bicive, ew jî amade ye.
Ji ber ku Trump, bawer dike ku diyalog, riya çareseriya pirsgirêkên cîhanê ye.
Min berê jî diyar kiribû ku Trump amade ye ku bi her rêberê cîhanê re bicive da ku nakokiyan çareser bike."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, wiha berdewm kir û got:
"Ez difikirim ku eşkere ye dê qet destûr neyê dayîn ku Îran xwediyê çekên nukleerî be ji ber ku ev yek ne tenê ji bo Dewletên Yekbûyî, lê di heman demê de ji bo Ewropayê û ewlehiya cîhanî û herêmî jî gefê dixwe. Di vê yekê de guman tune ye."