Rayedarên Venezuelayê 17 girtiyên din ên siyasî berdan

Komîteya mafên mirovan a tevgera muxalefeta Venezuelayê FENTE got ku rayedarên Venezuelayê roja şemiyê 17 girtiyên din ên siyasî berdane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina nehikûmî Clipvi, derbarê berdana girtiyên siyasî yên ji girtîgeha Zona Seven li Caracas ragihand ku di nav girtîyên ku hatine berdan de 10 mêr û heft jin hene.

 

Piştî berdana 17 girtiyan, xizmên girtiyên din bi daxwaza berdana xizmên xwe dest bi gireva birçîbûnê kirin.

 

Piştî revandina Serokê berê yê Venezuelayê Nîcolas Maduro ya di 3'yê Çileyê de, girtiyên siyasî hedî hedî tên berdan.

 

Rêxistina mafên mirovan Foro Penal diyar dike ku ji 8'ê Çileyê ve berdana zêdetirî 430 girtiyên siyasî hatiye piştrastkirin.

 

Rêxistin, texmîn dike ku hê jî 644 girtiyên siyasî di girtîgehê de ne û 47 kes jî winda ne ku heya niha aqûbeta wan nehatiye zelalkirin.

 

Qanûndanêrên Venezuelayê, pêşnûmeqanûna efûyê nîqaş kiribûn.

 

Li gor vê pêşnûmeyê xwepêşander dê yekser  bên berdan.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye