Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di daxuyaniyekê de li ser malpera wezaretê diyar kir ku "di 8ê Adarê de, konsulxaneya Rûsyayê li bajarê Îsfehanê yê Îranê ji ber topbaranê zirar dîtiye.
Her wiha Maria Zakharova diyar kir ku êrîşa li ser mîsyoneke dîplomatîk "binpêkirineke eşkere" ya peymanên navneteweyî ye û divê hemû alî rêz li "avahiyên dîplomatîk" bigirin.