Parlamentoya Ewropayê biryara dersînorkirina koçberan pejirand

Parlamentoya Ewropayê rêziknameyeke nû ya ku armanc dike koçberên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin zûtir dersînor bike, pejirand. Ev rêzikname rê li ber avakirina navendên vegerandinê yên li welatên derveyî Yekîtiya Ewropayê (YE) jî vedike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamentoya Ewropayê rêziknameyeke nû ya ku di polîtîkayên koçberiyê de tundbûnê pêşbînî dike, qebûl kir.

 

Rêzikên nû armanc dikin ku kesên daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin, hêsantir û zûtir bişînin derveyî YE’yê.

 

Di çarçoveya vê rêziknameyê de, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dê bikaribin li derveyî sînorên YE’yê navendên vegerandinê ava bikin.

 

Tê plankirin ku di van navendan de koçberên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin û biryara derketina ji welêt ji bo wan hatiye girtin, bêne ragirtin.

 

Dersînorkirina bi darê zorê dikare bibe esas

 

Bi vê nivîsa nû re, li şûna sepana vegera bi daxwaz a ku heta îro di pêşiyê de bû, dibe ku dersînorkirina bi zorê bikeve şûna wê.

 

Her wiha ji bo kesên ku derketina ji welêt red dikin, cezayên girantir têne pêşbînîkirin.

 

Di nava van cezayan de ev hene: Destdanîna ser belgeyên nasnameyê, binçavkirin an jî çavdêriya îdarî, Dirêjkirina qedexeya ketina nav YE’yê.

 

Dema çavdêriyê dikare heta 24 mehan dirêj bibe

 

Yek ji sernavên herî balkêş ên rêziknameyê jî, dirêjkirina dema çavdêriya îdarî bû.

 

Li gorî vê yekê, dema ragirtina koçberan a di navendên girtî de dikare heta 24 mehan bê dirêjkirin.

 

Welatên endam, ji bo kesên ku wekî “bi rîsk” an “metirsîdar” têne dîtin, dikarin vê demê hîn bêtir dirêj bikin.

 

Her wiha tê plankirin ku biryara dersînorkirinê ya di welatekî YE’yê de hatiye dayîn, li welatên din ên endam jî dê derbasdar be.

 

Bi vî awayî, wekî mînak biryareke ku li Fransayê hatiye girtin, wê li Îspanyayê jî were sepandin.

 

Navendên ku tê plankirin li derveyî YE’yê werin avakirin, li Ewropayê demeke dirêj e mijara nîqaşê ne.

 

Sepanên bi vî rengî berê bi modela Îtalya-Arnavûtyayê û peymana Îngilistan-Ruandayê hatibûn rojevê.

 

Hinek welatên YE’yê piştgiriyê didin vê modelê, lê welatên wekî Fransa û Îspanyayê li ser bandoriya wê bi guman in.

 

Rêziknameya ku Parlamentoya Ewropayê pejirandiye hêj bi dawî nebûye.

 

Nivîs wê niha bikeve pêvajoya bîrnameyan a bi Konseya Ewropayê re.

 

Heke piştî pejirandina dawî were qebûlkirin, rêzikname wê li hemû welatên YE’yê rasterast were sepandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye