Îranê destûr da ku keştiyên Spanyayê di Tengava Hurmizê re derbas bibin

Tehranê ragihand ku ew amade ye ku li Tengava Hurmizê, rê li ber keştiyên Madrîdê veke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Balyozxaneya Îranê li Spanyayê roja Pêncşemê piştrast kir ku Madrîd pabendê qanûnên navneteweyî ye. Ji ber vê yekê Tehran amade ye ku bersiva her daxwazeke Madrîdê ya derbarê derbasbûna ji Tengava Hurmizê de bide. Ku ev yekem tawîzeke wisa ye bo dewleteke endamê YE’yê ye.

 

Spanya xwedî rêjeya biçûk a filoya bazirganîyê ye.

 

Lê ew di nav welatên pêşîn de bû ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kir û şer wekî bêwijdan û neqanûnî bi nav kir.

 

Balyozxaneyê di postekê de li ser platforma X’ê got: "Îran Spanyayê wekî welatekî pabendê qanûna navneteweyî dibîne. Ji ber vê yekê ew amade ye ku her daxwazeke Madrîdê derbarê Tengava Hurmizê de bi cih bîne.

 

Her wiha piştî hevrêziya dîplomatîk a di navbera Bangkok û Tehranê de, tankereke petrolê ya Taylandî karîbû bi ewlehî ji tengavê derbas bibe, di heman demê de Serokwezîrê Malezyayê îro got ku destûr hatiye dayîn ku keştîyên Malezyayê derbas bibin.

 

Şerê li dijî Îranê bû sedema rawestandina sewqiyata petrol û gaza xwezayî ya li seranserî cîhanê ku di Tengava Hurmiz re derbas dibû.

 

Ev yek jî bû sedema astengiyan di dabînkirina petrolê de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye