Di operasyonek narkotîkê de 132 kes hatin kuştin

Li Rio de Janeiro di operasyoneke berfireh a narkotîkê de 132 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Rio de Janeiro ya Brezîlyayê operasyoneke berfireh li dijî rêxistineke sûcdar a herî mezin a narkotîkê hat lidar xist.

Operasyona ku 2 hezar û 500 endamên hêzên ewlehiyê tevlîbûn, şer û pevçûn derket.

Piştî operasyonê şêniyên herêmê tirsek mezin jiyan kirin .

Piştî operasyonê bi dehan cenaze ji aliyê niştecihan ve ji daristanê hatin derxistin.

Gelemperiyê cenazeyan bê serî bûn û nayên naskirin.

Serokê Dewleta Brezîlyayê Luila Inacio Lula da Silva ( loyis Înasyo  lola da sêlva), diyar kir ku ji bo operasyona pêşwext hikûmeta wî nehatiye agahdarkirin.

Silva da zanîn ku di welatê xwe de sûcên rêxistinkirî qebûl nake.

Ev operasyona polîsan a di dîroka bajêr de wek operasyona herî kujer hat qeydkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye