5 Filistinî di êrişeke hewayî de hatin kuştin

Îsraîlê dîsa êrîşî Xezeyê kir û bû sedema mirina pênc filistînîyên sivîl.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîş li ser dibistaneke koçberan a li taxa El-Tuffah ku li bajarekî rojhilatê Xezeyê dikeve, hate kirin.

Parastina Sivîl a Filistînê der barê bûyerê de daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku piraniya kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane zarok bûn.

Çend kesên din jî birîndar bûn û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê.

Sazîya Filistînî da zanîn ku karmendên wê cenazeyên kuştîyan ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) standine.

Ji dema ku peymana agirbestê ya di 10’ê Cotmehê de ketiye merîyetê û vir ve Îsraîlê gelek êrîş bi ser Xezayê de birine.

Rêveberîya Xezeyê radigihand ku ji destpêka agirbestê û vir ve 400 filistînî hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye