Ji şubata 2022an û heya niha top, balafirên şer û mûşek li vî welatî bêdeng nebûne.
Biryara şer ji aliyê Rûsyayê ve hat dayin, lê wek diyar dibe Ûkrayna jî xwedî hêz û biryar e.
Heya niha Rûsya armancên xwe li Ûkraynayê bicih nekiriye, ji ber vê yekê şerê ku berî zêdetirî 3 salan hatibû destpêkirin, heya niha berdewam dike.
Her di vê çarçoveyê de, serokê Koreya Bakurî Kim Jong ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re got ku welatê wî amade ye "piştgîrîyeke bê merc" di şerê li hember Ûkraynayê de bide Moskovayê.
PÎYONGYANG LEŞKER Û ÇEKAN DIDE MOSKOVAYÊ
Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku serdana Lavrov li Koreya Bakurî sê rojan dewam dike.
Di şerê li dijî Ukraynayê de Pîyongyang leşker û çek daye Rûsyayê û soz daye ku piştgîrîya leşkerî zêdetir bike ji ber ku rayedarên vî welatî jî dixwazin ku Moskova pêşketineke mezin bidest bixe.
RÛSYA Û KOREYA BAKURÎ TÊKILIYÊN XWE YÊN STRATEJÎK ZÊDE DIKIN
Lîderê Koreya Bakurî bi Lavrov re li bajarê peravê rojhilatê Wonsanê civiya ku wezîrên karên derve yên her du welatan diyaloga xwe ya duyemîn a stratejîk pêk anîn.
Di civîna wezîrên karên derve yên her du welatan de, soz hat dayîn ku wê li gorî peymana hevpariyê ya par hatiye îmzekirin, hevkariya di navbera xwe de zêdetir bikin.
SEROKÊ KOREYA BAKURÎ DIBÊJE EW AŞTIYÊ DIXWAZE
Di şerê li Ûkraynayê de têkiliyên navbera her du welatan xurt bûne, ji ber ku Pîyongyang bi hezaran leşkerên xwe şandiye daku li tenişt hêzên Rûsyayê li dijî Artêşa Ûkraynayê şer bikin.
Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakurî ragihand ku Kim Jong ji Lavrov re got ku bi van biryar û pêngavên xwe, ew alîkariyê dikin da ku şer bidawî bibin û aştî li tevahiya cîhanê pêk bê.